KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi boneya Cejna Qurbanê hevgirtina hevpar xurttir bikin.
KON-MED’ê di berferehiya daxuyaniyê de got:
Polîtîkayên qirker ên dewleta faşist a Tirk li ser erdnîgariya Kurdistanê di vê Cejna Qurbanê de jî dewam dikin.
Zîhniyeta barbar a DAÎŞ’ê AKP’ê nahêle ku gelê me bi aramî cejnên xwe pîroz bike, bi êrîşên xwe jî cejnên me asteng dike.
Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû destkeftîyên gelê me û li ser Kurdistanê, divê em ji her demê bêhtir yekîtiya xwe ya netewî bi hêztir bikin.
KON-MED’ê anî ziman ku dîktator Erdogan û rejîma AKP’ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li pêşberî berxwedana gelê me û li hember xeta demokratîk têk biçe
Ji ber vê yekê divê gelê me ji her demê bêhtir hev hembêz bike û bi ruhê yekîtiya neteweyî hevgirtina xwe xurttir bikin.
KON-MED’ê bang li gelê Kurd yê li Elmaniya jî kir ku li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû beşên Kurdistanê xwedî helwest bin.
Tevgera Azadî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û Misilmanan pîroz kir