Bi boneya cejna qurbanê xelkê Şengalê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm pêxistin.
Tevgera Azadî jî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û gelên Misilman ên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Em dikarin bi hevgirtin, aştiya civakî pirsgirêkên hatine ferzkirin derbas bikin”
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Di peyamê de Cejna Qurbanê li gelê Kurd û gelên Misilman ên Rojhilata Navîn pîroz kir û got:
“Erk û berpirsyariya me ya dîrokî û exlaqî ye ku em ji bo parastina prensîbên jiyana azad, civakî û jiyana hevbeş bibin yek.”
Tevgerê bang li hemû dilsozên gel, hêz, aliyên siyasî û civakî kir ku ji bo cejneke watedar erka xwe bi cih bînin.
Tevgera Azadiyê dawiyê, diyar kir ku bi hevgirtin, aştiya civakî em dikarin van kirîz û pirsgirêkên hatine ferzkirin derbas bikin, êş û azarên gelê xwe kêm bikin.