Reqa-Şaredariyê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin

Şêniyên bajarê Reqayê ji ber firotina madeyên borî û zêdebûna diyardeya jehrîbûnê gilî û gazinc dikirin.
Piştî wê Şaredariya Gel a bajêr, pêngaveke çavdêriya dikanên xwarinê û xwaringehan da destpêkirin.

Endamên Nivîsgeha Tenduristiyê, Nivîsgeha Zimhêrê û Zabîteyê yên Şaredariya Gel a Reqayê seatên sibehê ji sûka bajar dest bi pêngavê kir.

Di roja yekemîn de, miqdarek madeyên xwarin û vexwarinên yên dema wan borî hatin desteserkirin.

Her wiha xwaringehên ku gilî li ser wan hebûn hatin şopandin.

Endamê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Ebdulqadir El-Muslim got:

“Dema şopandina xwaringehan de, me madeyên dema wan bohirî dîtin û xwaringeh girtin.

Hişyarî hatin dayîn ku made baş werin parastin.

El Muslim bang li şêniyan kir ku bi dirustbûna xwarin û vexwarinê baldar bin,

Û eger rewşên binpêkirinan dîtin, li Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Reqayê gilî bikin.

Pêngava çavdêriyê li tevahî xwaringeh û dikanên madeyên xwarinê dewam dike.

Back to top button