Êdî sîstema Rêveberiya Xweser ji tevhî parêzgehên Sûriyê weke çareya herî guncav tê dîtin. Muxalifê ji Siwedayê Dr. Kemal Selûm dibêje: “Divê parêzgehên Sûriyê xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin.”
Dr. Kemal Selûm bi xwe jî tevlî xwepêşandanên dema dawî yên li Swêdayê, dibe.
Li ser daxwaz û xwestekên xwepêşanderan wiha dibêje:
“Daxwazên şêniyan daxwazên nîştimanî, siyasî û jiyanî ne.”
Têkildarî rêbazên danûstandina bi xwepêşanderan re jî Selûm got:
“Hikumeta Şamê hewl da bersivandina daxwazên şêniyan dereng bixe.
Tiştek nebersivand û pişt re hêzeke mezin şand parêzgehê.”
Muxalifê ji Swêdayê Dr. Kemal Selûm dawiyê û weke çareserî ev daxwaz kir:
“Em hêvî dikin ku qanûnek pêk were ku hebûna rêveberiyeke herêmî li her parêzgehekê di ber çavan re derbas bike.
Divê her parêzgehek xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe.”