Foza Yûsiv: Şoreşa jinê ya herî birûmet e û ronesansa civakî pêk tîne

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv û Koalîsyona Navdewletî bi peyamên cuda pîrozbahiya xwe bo 8’ê Adarê anî ziman.

Bi vê boneyê Foza Yûsiv peyamek bi par ve kir û got:

“Şoreşa jin, şoreşa herî bi-rûmet e, ji ber ew dayîka hemû şoreşên civakî ye, eger şoreşa jin pêk neyê, ronesansa civakî ne pêkan e.”

Koalîsyona Navnetewî rola şervanên YPJ’ê pîroz kir

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî Roja Jinan a Cîhanî li tevahî jinan pîroz kir û rola jinê ya xurtkirina aştî û ewlehiyê jî bi nirx dît.

Koalîsyonê wêneyên şervanên YPJ û polîsên Iraqî yên jin di peyama xwe de bi par ve kir û got:

“Em şiyan û xurtbûna bêhempa ya ku jinên li Iraq û Sûriyê li hember rojên zor û zehmet nîşan dane, pîroz dibînin.”

Back to top button