MSD’ê digel sekretêrê berê yê Komkara Erebî gefên Tirkiyê nîqaş kirin

Nûnerên MSD’ê yên li Misirê bi sekretêrê berê yê Komkara Welatên Ereb Amîr Mûsa civiya û li ser modela Rêveberiya Xweser û gefên Tirkiyê nîqaş kirin.

Nûnerên MSD’ê yên li Misirê Sîhanok Dîbo û Leyla Mûsa li Qahîrayê hevdîtin bi sekretêrê berê yê Komkara Welatên Ereb Amir Mûsa re pêk anî.

Di hevdîtinê de, MSD’ê nerîna xwe ya têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî modela Rêveberiya Xweser a ku yekîtiya xaka Sûrî diparêze, hate nîqaşkirin.

Her wiha rola QSD’ê ya parastina pêkhateyên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk jî mijara hevdîtinan bû.

Beşdaran, rola Komkara Welatên Ereb di çareserkirina aloziya Sûriyê û beşdarbûna MSD’ê ya ji bo vê çareseriyê destnîşan kirin.

Back to top button