Çeteyekî din, di çarçoveya operasyonên QSDê yên bênavber de, ket dsestê şervanan.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand, wan çeteyekî ku karê teqemeniyan dikir û berpirsê armanckirina maşîneyên QSD bû, li bakurê Mergedayê hat girtin. Her wiha jimareke çek û alav jî ket destê şervanan.
QSD diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî çû serî.
Istixbarata Iraqî girtina serçeteyekî ragihand
Saziya Îstîxbarata Iraqê jî di heman çarçoveyê de, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Başûrê Bexdayê, serçeteyê DAIŞ yê bi navê Aşur Nueyîm ku weke Aşur Serbir tê naskirin, hate girtin.
Li gorî daxuyaniyê, serçete Aşur Nueyîm berpirsê şaneyên bidarvekirinê yê wîlayeta Felûcayê bû.