Bi serkêşiya Salih, jimareke Parlamenterên Lîbî gihîşt sirtê

Îro li bajarê Sirtê yê Lîyayê, Parlamena Lîbî civînekê ji bo dayîna baweriyê bo hikumeta nû, li dar dixe.

Ji bo vê yekê, jimareke parlamenterên Lîbî bi serkêşiya serokê Parlamenê Uqeyle Salih, gihîşt bajarê Sirtê.

Rojnameya Mersed a Lîbî eşkere kir ku 38 Parlamenter bi balafirekê ji Terablusa paytext gihîştin Sirtê û nifşekî din ê Parlameteran jî bi balafirekê ji bajarê Benxazî gihîşt bajêr.

Ji aliyê xwe ve, 42 parlamenteran, banga bipaşxistina vê civînê kir.

Serokê şandeya NY bo Lîbyayê Yan Kobich diyar kir ku ev civîn gaveke girîn ber bi yekîtî û serweriya Lîbyayê ve ye û teqez kir ku nabe hewldanên di vê derbarê de bi ti awayî bên astengkirin.

Di heman demê de, balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê, teqezî li ser girîngiya lidarxistina civîna Parlamenê li bajarê Sirtê kir.

Back to top button