TAJÊ û SMJÊ 8’ê Adarê pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ, Sîwana Meclisên Jinên Êzidî SMJÊ û Tevgera Azadî bi daxuyaniyan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û got: ”Em erka xwe dibînin ku her rojê bi ruhê 8 Adarê û bi taybet bi ruhê serketina Garê pêşwazî bikin”.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî SMJÊ bi daxuyaniyeke hevpar 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Rêber APO û tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Êzidî di encama têkoşîna salan de bûne xwedî vîn û hêz.

Aliyan got:

Jinên Êzidî zincîrên koletiyê di asta herî jor de şikandine û ji bo gelê xwe bûne pêşeng.

Her wiha hate bibîrxistin ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî di nav de di her fermanê de jinên Êzidî tevî ku bûne qurban, her tim civak û çanda xwe parastine.

TAJÊ û SMJÊ di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku:

Em erka xwe dibînin ku her roj bi ruhê 8 Adarê û bi taybet bi ruhê serketina Garê tevbigerin.

Şikandina pergala desthiladar tenê bi vîn û hêza Jinan pêkan e.

Tevgera Azadî: Em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe dewam bikin

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir û ew weke rojek birumet di dîroka xebata azadiya jinê de pênase kir.

Tevgerê got:

Divê li dijî bê-edaletî, binpêkirin û nehevsengiyê hemû rojên salê têkoşîna azadîxwaz dewam bike.

Tevgera Azadî di dawiyê de diyar kir ku ew weke tevgerek siyasî û civakî, erkê wa ye ku ji bo azadiya jinan û civakê kar bikin û têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button