Li Amhara ya Etiyopyayê 45 sîvîl hatine kuştin

Komîsyona Mafên Mirovan a Etiyopyayê derbarê rewşa Etiyopyayê daxuyaniyek nivîskî da.
Komîsyonê diyar kir ku ji hêla artêşa Etiyopyayê ve beha borî li Amhara 45 sivîl hatiye kuştin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Etiyopyayê ya girêdayî parlamentoya Etiyopyayê bi daxuyaniyek nivîskî sivîlên ji hêla artêşa Etiyopyayê ve hatine kuştin eşkere kir.

Komîsyona Mafên Mirovan a Etiyopyayê da zanîn 45 sivîlên ku tê îddakirin alîkarî dane mîlîsên li Eyaletê hatine kuştin.

Komîsyonê diyar kir dibe ku leşkeran ji ber hincetên bi heman rengî zêdetir sivîl kuştine.

Her wiha Komîsyonê anî ziman ku nasnameya kesên hatine kuştin jî hatine tespîtkirin.

Komkujiya li bajarokê Merawî di meha Çileyê de piştî pevçûnên bi mehan di navbera artêş û milîsên bi navê Fano de pêk hat.

Hikûmeta federal a ku di Mijdara 2022’an de bi Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) re peymana aştiyê îmze kir, dest bi bêçekkirina hemû rêxistinên çekdar ên li herêmê kir.

Milîsên “Fano” ku bi talîmatên hikûmeta federal tevnagerin û demekê li dijî TPLF piştgirî dabûn artêşê, pevçûnên bi artêşê re didomînin.

Li eyaletê ji Tebaxa 2023’an û vir ve ji ber pevçûnan rewşa awarte didome.

Back to top button