Koreya Bakur li aliyê behra Japon moşek avêt

Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur mûşekên Kruzê ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtine.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Sererkanîya Giştî ya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat ragihandin ku Koreya Bakur li gorî saeta herêmî derdora seat 09.00’an de ber bi Behra Japonyayê ve moşekên krûzê avêtine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Artêşa me çavdêrî û nobedariya xwe zêde kiriye.

Em bi hevkarên xwe yên Amerîkî re ji nêz ve dixebitin û nîşanên çalakiyên nû yên Koreya Bakur ji nêz ve dişopînin.”

Hat ragihandin ku fuzeyên ku hêjmar û menzîla wan zelal nebûye ji herêma Wonsan a li rojhilat hatine avêtin.

Pongyang di heman demê de ceribandinên alavên leşkerî jî duqat kiriye, di nav de ceribandinên ku ew wekî “pergala çekên nukleerî ya binê deryayê” û mûşekek balîstîkî ya hîpersonîk ya sotemeniya zexm binav dike.

Di daxuyaniya ku roja borî ji aliyê Koreya Bakur ve hat dayîn de, hat ragihandin ku sîstemeke nû ya mûşekavêjên piralî hatiye ceribandin.

Back to top button