Li Iraqê di encama operasyonan de 6 DAIŞ’î girtin

Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, 6 DAIŞ’î hatin girtin.

Artêşa Iarqî bi daxuyaniyekê ragihand ku roja Şemiyê, hêzên wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li 4 parêzgehan operasyonên leşkerî û istixbaratî, pêk anîn.

Di encama operasyonan de, di nav de serçeteyek, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Îna borî jî, li parêzgeha Enbar di encama operasyonekê de, çeteyek hatibû girtin.

Back to top button