QSD’ê hewldana çeteyan a ketina Dêra Zorê têk bir

Çeteyên hikûmeta şamê doh hewildan derbasî hin gundewarê Dêra Zorê bibin.
QSD’ê hewldana çeteyên hikumeta Şamê ya ketina Dêra Zorê têk bir.
Her wiha QSD’ê diyar kir ku di ecama bersivdayînê de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê hewldana çeteyên hikumeta Şamê ya derbasbûna Dêra Zorê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Komeke çete ji aliyê saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê hewl da çemê Firatê derbas bikin û derbasî bajarokên Zîban, Kemşe û Şefayê bibin.

Hêzên me hewldanên wan têk birin û çeteyan ber bi aliyê din yê çem ve vekişandin.

Di encama bersivdayînê de, hejmareke kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”

Di dawiyê de QSD’ê dan zanîn ku ew ê misyona xwe ya parasatina ewlehiya herêmê û bersivdayîna tevahî êrişên li ser şervan û şêniyên herêmê bidominin.

QSD: Îdayên dagirkeriya Tirk nerastin

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di rojên 12 û 13’ê Sibatê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 8 şervanên QSD’ê şehîd xistine

QSD’ê jî bi daxuyaniyek li ser malpera xwe platforma X’ê îdayên wezareta Tirkiyê derewand.

Back to top button