YJA Star: Ji her neteweyê mirovan li dîjî komployê di nav têkoşînê de ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê komploya navnetewî de daxuyaniyek da û got: “Hêzên komploger xwestin Rêberê me ji civakê qut bike, lê negihiştin armancên xwe.
Ji her neteweyê mirovan li hemberî vê komployê berxwedaneke dîrokî tê kirin.
Fermandariyê diyarkir ku têkbirina hemû gavên dagirkeriyê û komployê wê bi têkoşîna bênavber û xwedîderketina li vê têkoşînê dibe.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

YJA Starê diyar kir ku di nava 25 salan de Rêber Apo serî li ber ti gef û êşkenceya hêzên komploger netewand û yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê kir û got:

“Ji her neteweyê mirovan li hemberî vê komployê berxwedaneke dîrokî kirin.

Hêzên komploger xwestin Rêberê me ji civakê qut bike, lê negihiştin armancên xwe.

Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê gelên Rojhilata Navîn e, Rêberê jinan û mirovahiyê ye.

Hêzên komploger ji bo dewamkirina komployê êrîşî nirxên azadiyê yên Rêberê me dikin, bi vî rengî hewl didin bandora Rêbertî bişikînin û hegemonya xwe dewam bikin.”

YJA Star: Di sala 26’an de em ê komployê têk bibin

YJA Starê anî ziman ku faşîzma Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî encamê werbigire, lê belê artêşa wê ya dagirker li hemberî berxwedana gerîla ya bi fedaîtî ji zûdeyî têk çûye û wiha got:

“Faşîzma Tirk ji bo karibe ji krîzê rizgar bibe êrîşî qadên jiyanê yên gelê me yê sivîl ê bêçek dike.

Têkbirina hemû gavên dagirkeriyê û komployê bi têkoşîna bênavber û xwedîderketina li vê têkoşînê dibe.

Weke hêzên gerîla yên jin, em ê komployê di sala 26’an de têk bibin.”

Kongra Star: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xurt bikin

Back to top button