SOHR: Dronên nenas êrişî baregeha Tinefê kir-HAT NÛKIRIN

Dronên nenas êrişî baregeha Tinefê ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din dengê teqînan ji baregeha leşkerî ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî hatiye bihîstin.

Çavdêriyê da zanîn di êrîşê de depoyeke madeyên xwarinê û mizgeftekê hatin armanckirin, lê diyar nekir dron girêdayî kîjan aliyan e.

Li ser encama vê êrîşê jî, ti agahî nehatin dayîn..

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê yekser bi daxuyaniyekê ragihand mafê wan ê bersivdayîn vê êrîşê di cih û dema guncav de heye.

Fermandariyê eşkere kir ku êrîş bi dronan û bi zanebûn pêk hatiye û got ew niha vê bûyerê lêkolîn dikin.

Baregeha Tinef a leşkerî, ji sala 2014 ve hatiye avakirin û girêdayî Koalisyêna Navneteweyî ye .

Yekem car e ev baregeh ku Amerîka serkêşiya wê dike, rastî êrişeke bi vî rengî tê.

Artêşa Tirk balafireke bêmirov a Rûsya li Babê xist xwarê

Îro, artêşa Tirk balafireke bêmirov a hêzên Rûsya li derdora Babê yê dagirkirî yê li bakurê Helebê xist xwarê.

Back to top button