Kesên ku ji kîmyabarana Helebçe, ziyan dîtine, dibêjin “Niha bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmyawî re êşa me dubare dike.” Yek ji wan ziyanbînan jî Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî ye ku wî jî wê demê êş û ziyaneke mezin dît.
Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî ku ji malbata wî 28 kes bi çekên kîmyawî şehîd bûn li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî nerazîbûn nîşan da.
Fayeq Hewramî dibêje:
“Heta niha jî şopên kîmyabaranê di bîr, dil û derûniya me de xuya ne.
Bi ser de jî Niha artêşa Tirk li herêma Behdînan çekên kîmyawî bi kartîne, ev yek jî êşa wê demê dubare dike.
Erdogan ji Sedam Hisên û rejîma Baas ne kêmtir e.”
Fayeq Hewramî dawiyê anî ziman ” Yekan e riya li dijî êriş û dagirkeriyê yekîtiya gelê Kurd e.”



