​​​​​​​`Bexçeyên Zarokan` barê jinên di nava saziyan de sivik dike

Li herêmên Rêveberiya Xweser dayikên li saziyan kar dikin dikarin zarokên xwe yên 2 salî heta 5 salî bişînin “Bexçeyên Zarokan”.
Rêvebera Bexçeyên Zarokan li Kantona Qamişlo Xezalê Derbas eşkere kir ku niha 55 bexçe hene û li gorî daxwazan ew ê bexçeyan zêde bikin.

Xezalê Derbas anî ziman “Her kes dikare zarokên xwe bişîne bexçeyên zarokan, ji ber ku buhaya wê mehan e tenê 5 hezar L.S ye.”

Ji ber rewşa malbatan a aborî jî Xezalê got ku zarokên malbatên şehîdan, koçberên li herêmê û malbatên ku rewşa wan a aborî lewaz e, bê-pere tên pêşwazîkirin.

Rêvebera Bexçeyên Zarokan li Kantona Qamişlo Xezalê Derbas da xuyakirin niha nêzî 3 hezar û 500 zarok li bexçeyan hene.

Back to top button