Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya destpêkirina Rojiya Muharrem daxuyaniyek da û got: “Tevgera azadiya Kurdistanê ‘tevgerek Hûseyînî yê hemdem e’ û bang li her kesî kir ku tevlî nav refên têkoşîna demokrasi û azadiyê bibin.”
Daxuyaniya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê ya têkildarî Rojiya Muharremê wiha ye:
“Rojiya Muharremê ya ku berxwedana Kerbelayê bi îbadetê tê bibîranîn dest pê kir.
Elewî û Mislimanên şîa di vê meha Muharremê de rojî digirin û têkoşîna Hz. Hûseyîn yê maf û edaletê bi bîr tînin.”
KCK’ê bang her kesê xwedî wijdan kir ku li dijî neheqiya Kerbelayê derkevin û ev nirxandin kir:
“Di dijî yezîdên îro Erdogan-Bahçelî derketin tê wateya Hz.Hûseyî dane jiyanî kirin e.
Divê her ke li dijî zordar û yezîdên îro tevlî nava refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bibe”