TAJÊ: Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bûye roniya hêviyê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got:“Şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinê derkete pêş, di salvegera xwe ya 11’emîn de pêşketinên mezin nîşandan û ji tevahî cîhanê re bû mînak.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ’ê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got:

“Şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinê derkete pêş, di salvegera xwe ya 11’emîn de pêşketinên mezin nîşandan û ji tevahî cîhanê re bû mînak.

Bêguman ev pêşketin hemû di encama têkoşînek mezin de derket holê û di vê têkoşînê de jî jinan rola pêşengtî lîstin.”

TAJÊ da zanîn ku şoreşê li dijî pergala netew-dewlet ku dixwaze mirovatiyê kêlî bi kêlî ber bi tunebûnê ve bibe,hemû mirovahî parast û wiha domand:

“Pergala netew dewlet ku di cîhanê de di nava qeyrana ku avakirî de difetise, her roj li dijî Şoreşa Rojava êrîşan pêk tîne.

Pergala netew dewlet bi mejiyê zilamsalarî ve hatiye amadekirin û ji bo mirovatiyê ji derveyî şer, xwîn, mirin, kuştin û qetlîamê tişteke din ne aniye.

Li dijî vê pergalê projeya Rêbertiya me ya bi navê netewa demokratîk hişt ku li Rojava gel û baweriyên cihêreng bi hev re jiyan bikin.”

TAJÊ: Rûhê şoreşa Rojava bandorê rêxistina Şengalê jî kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku şoreşa rojava ji bo her kesî bû hêvî û wiha bidawî kir:

“Di avakirina rêxistina Şengalê ya TAJÊ’yê de jî dîsa ruhê Şoreşa Rojava bandoreke mezin kiriye.

Ji bo ku bi vî ruhî pergala xwe hîn zêdetir xurt bike, emê di nava hewldanên mezin de bin.”

TEV-DEM ê bi boneya salvegera şoreşa 19 ê Tîrmehê daxuyanî da

Back to top button