Dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê

Balafirên şer ên Tirkiyê navçeya Dêralokê ya ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kir û li gor agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de 2 sivîl şehîd bûn.

Li gor agahiyên hatine parvekirin îro di saet neh û nîvan de balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Dêralokê bombebaran kir û di encamê de 2 kes şehîd bûne ku zilamek û kurê xwe ne.

Navên kesên ku şehîd bûne jî wiha ne:

Seyîd Celal Nûredîn ê 60 salî û kurê wî Ehmed Celal ê 30 salî ku xelkên devera Nêrwehê ne.

Çapemeniya dewleta tirk a dagirker jî kuştina sivîlan weke gerîla ji raya giştî re ragihand.

Li gorî daneyên Wezareta Pêşmergeyan a başûrê Kurdistanê tenê di navbera salên 2017 û 2019’an de, 165 sivîl ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk ve hatine kuştin.

Back to top button