HPG: Li Zapê 5 dagirkerhatin cezakirin

HPG’ê derbarê çalakiyên gêrîla de daxuyaniyek da û got: “Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin û kamereyeke mobbese jî hate îmhakirin.”
Li aliyê din Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Qada Girê Hakkarî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên hêzên gerîla ên li dijî dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihad ku 12 û 13’ê Tebaxê gerîlayan YJA Starê li herêma Zapê li dagirkeran dan û ev agahî parve kir

“li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayan bi çalakiyan li arteşa dagirkeran dan

Di encama çalakiyên bi taktîka sekvaniyê û çekên giran de tîmen gerîlayan 5 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin

Bi heman awayî sîstema kamereke mobesse yê jî hat îmhakirin.

Her wiha 4 çeperên dagirkeran jî bûne hedefên gêrîla û hatine derbkirin.

Derbarê êrişên dagirkeriyê de jî HPG’ê ragihand ku Herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.

HPG: Li Metîna û Zapê bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin

Back to top button