“15’ê Tebaxê mîlada destpêkirina dema Kurdên azad li Rojhilata Navîn”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got: 15’ê Tebaxê bû nîşaneya herî şênber a şêweyê hilanîna tolê ji êşên xwe yên dîrokî.
15’ê Tebaxê nîşan da ku li ser xeta parastina rewa em çawa dikarin rûmeta xwe, namûsa xwe, nasnameya xwe biparêzin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê welatparêz pîroz kir.

Fermandariyê di daxwiyaniyê de diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê gav û hişmendiyeke neteweyî ya bêhempa afirand .

“Pêngava 15’ê Tebaxê li tevahiya cîhanê çarenûsa gelên berxwedêr ên alîgirê jiyana azad û demokratîk guhert.

Fîşeka destpêkê ya ku bi çeka Fermandar Egîd hate teqandin, di serî de xaka mirî ya li ser gelê Kurd û bindestan rakir

Li bexçeyê gelên azad ê ku di bin zexta komkujiyê de ziwa bûbûn, bingeha jinûve şînbûnê afirand.

Li ser bingeha têkoşînê ya ku gava azadiyê ya 15’ê Tebaxê ava kir, em dîroka koletiyê bi erdê re dikin yek.”

YJA Starê di berdewamî de eşkere kir ku Pêngava15’ê Tebaxê li dijî mejiyê bi serweriya mêr û saziyên wê, derbek e û got:

“Bi 15’ê Tebaxê re jinan berê xwe dan nava refên gerîla, bingeha artêşbûna jinê danîn.

Ji bo hemû jinên li cîhanê yên di bin zilma sîstema bi serweriya mêr hatin qetlkirin, bû gaveke azadiyê.

15’ê Tebaxê herî zêde ji bo me jinan gava destpêkê ya têkoşîna xweparastinê ye. ”

YJA Starê destnîşan kir ku pêngava 15’ê Tebaxê nîşanî me da ku em çawa dikarin derbê li dilê sîstema faşîst bixix û wiha bi dawî kir:

Em soza xwe dubare dikin ruhê raperînê yê pêngava xwe ya vejînê bigihînin serketinê.

Lewma em diyar dikin ku bi hêza manewî û hişmendiya ji felsefeya jiyana azad a Rêberê xwe, şênber bikin.

NPG’ê cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kir

Back to top button