Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir pêngava 15’ê Tebaxê ji sîstema qirkirinê re ku heqareta herî mezin li rastiya Kurd û Kurdistanê kir, got ‘raweste’.
NPG’ê teqez kir ku ew ê li pey şopa fermandarê xwe yê mezin hevrê Egîd meşa destanî bi ser bixînin.
Di 15’ê Tebaxa sala 19984’an de li Bakurê Kurdistanê Tevgera Azadiyê fîşeka yekem li dijî mêtingerî û dagirkeriyê berda.
Bi vê wesileyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek nivîskî da.
Fermandariya biryargeha NPG’ê cejna vejînê ya gelê Kurd, di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan û hemû gelê Welatparêz û dostên wan pîroz kir û got:
Em mîmarê vê pêngava dîrokî û fermandarê nemir ê artêşa me ya gerîla hevrê Egîd û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin.
NPG: Pêngava 15’ê Tebaxê ji sîstema qirkirinê re got ‘raweste’
NPG’ê diyar kir derketina PKK’ê û pêkanîna Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo dîroka Kurdistanê mîladek e û wiha got:
Vê pêşketina dîrokî, beriya her tiştî ji sîstema qirkirinê re ku heqareta herî mezin li rastiya Kurd û Kurdistanê kir û hebûn û tunebûna wê kir nîqaş, got ‘rawest e’.
Guleya yekemîn nîşan da ku Kurd û Kurdistan rastiyên ku nayên înkarkirin in, pêwîst e hebûna vê rastiyê û têkoşîna azadiya wê were parastin. ”
NPG: Gerîla ji bo Kurdistanê bû îfadeya Kurdê nû û azad
Fermandariyê destnîşan kir Pêngava 15’ê Tebaxê û destpêkirina têkoşîna gerîla şêwaza têkoşînê ya rast derxist holê û wiha domand:
Gerîla ne tenê bûye şervanekî asayî û artêşeke parastinê, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bûye îfadeya gelê Kurd a azad û nû.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 39 salan ve ji bo hemû gelên herêmê bû sembola hêvî û serkeftinê.
NPG: Em Gerîlayên ku bi şêwazê hevrê Egîd şer dikin silav dikin
Bi domdarî NPG’ê bal kişande berxwedana 8 salên dawî ên li Herêmên Parastina yên Medyayê û ev yek got:
Şerê 8 salên dawî ku salên lûtkeya têkoşîna me ya 39 salan e û bi taybetî jî berxwedana 3 salên dawî, di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke nû nîşan dide.
Bi şêwazê gerîlatiya serdema nû li dijî hemû teknîkên şer bersiv hate dayîn û êriş vala hatin derxistin.
Bi vê boneyê em hemû şervan û fermandarên Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê yên ku bi ruhê Apoyî li hemû qad û parêzgehan li ber xwe didin, bi rêz û hezkirin silav dikin.
NPG: Em ê li pey şopa Egîd meşa destanî bi ser bixînin
Fermandariya Biryargeha NPG’Ê di dawiyê de teqez kir ku ew êli pey şopa fermandarê mezin hevrê Egîd meşa destanî bi ser bixînin û got:
Em soz didin ku ji bo bendewariyên Rêbertî û gelê xwe bibin bersiv.
Çavdêrên Siyasî: Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê Kurd îro bûn hêz