
Çavdêrê siyasî û pêşmergeyên Dêrîn ên Silêmaniyê, Pêngava 15 Tebaxê pîroz kir û ew weke vejîna gelê Kurd bi nav kir.
Çavdêrê Siyasî Şêrko Heme Emîn anî ziman ku vê pêngavê karî careke din li ser asta her parçeyên Kurdistan û derveyî welêt jî, nasnameya neteweyî vejîne.
Pêşmergeyê Dêrîn Ebdulah Çalak jî da xuyakirin ku 15 Tebaxê vejîna gelê Kurd û avakirina kesayeta kesê Kurd e.
Her wiha Çalakvana mafê jinan Sema Mihemed da zanîn ku ev Şoreş, jin kir pêşenga civakê û karî parastina mafên xwe bike.
Li bajarokê Bêtwate yê rêveberiya Raperînê jî bi semîner û govendê, Pênagava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.