Pompeo: Konseya Ewlekariyê peywira xwe winda kiriye

Konseya Ewlekariyê ya NY projeqanûna dirêjkrina qedexeya çekan a li ser Îranê rede kir, Amerîka jî rexneyên tund lê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Konseya Ewlekariyê, peywira xwe yê sereke winda kiriye û niha nikare Îranê hesab bike.

Pompeo teqez kir ku, piştî redkirina pêşniyara Amerîkî a dirêjkirina qedexeyê, Amerîka wê bi xwe vê şaştiyê sererast bike.

Pompeo diyar kir ku Konseyê bi vê biriyara xwe rê da mezintirîn dewleta ku desteka terorê dike, çekan bikire.

Duh di civîna Konseyê de, dengdan li ser projeanûna Amerîka çêbû ji nava 15 endaman, tenê Amerîka û komara Dominikan dengê xwe dan projeyê.

Tevî Brîtanya, Fransa û Almaniya, 11 welatan dengên xwe nedan projeyê.

Tê zanîn, Îran piştî lihevkirina nuklerî ya 2015’an, ji kirîn û firotina çekan qedexekirî ye.

18 Comteha vê salê jî, ev qedexe bi dawî dibe.

Back to top button