Li peravên Îtalya 623 koçber hatin rizgarkirin

Li Başûrê Rojavayê girava Lampedusa ya Îtalyayê bêtirî 600 koçberên hewl didan bi rêyên nerewa xwe bigihînin Ewropayê, hatin rizgar kirin.

Rêxistina Ewropayê ya ne hikumî “SOS Mediterranee” ragihand ku keştiya rizgariyê ′Ocean Viking′ ya ku wan kirê kiriye, li başûrê rojavayê gireva Lampedusa ya Îtalyayê 623 koçber rizgar kirine.

Van koçberan 15 caran hewl dane xwe bighînin Ewropayê.

Rêxistina navxweyî ku navenda wê li Marseille ya Fransayê ye, da zanîn ku di nava koçberên hatine rizgarkirin de 146 zarokên bêyî malbatên xwe, 15 zarokên bi malbatên xwe re û 2 jin jî hene.

Cîgira Gerînendeyê Operasyonan Carla Melki got;

Ji ber ku nikarin hemû kesên rizgarbûyî veguhêzin, wê beşek ji wan li Lampedusa û beşekî din jî li peravên Civitavecchia ya bakurê rojavayê Romayê deynin.

Melki anî ziman ku ku dibe keştî di 14 an 15′ê Tebaxê de bigihîne wan deveran.

Ajanseke Îtalyayê ′NOVA′ jî demeke berê ragihandibû ku li hember gireva Lampedusa 41 penaberên noqî avê bûne.

Back to top button