Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 15’an de didomin.QSD’ê encama êrişên dagirkeriyê ên 3 û 4’ê kanûnê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku hêzên wan hewldana çeteyên dewleta Tirk yên ketina herêmê, têk birin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encama êrişên dagirkeriyê di şeva 3’ê û roja 4’ê Kanûnê bi raya giştî re parve kir..
Navendê diyar kir ku di encama êrişan de zêdetirî 51 gund, mezra û navendên bajaran rastî êrişan hatin û ev agahî dan:
- 3’ê Kanûnê-Herêma Firatê
Gundên Koran, Ziyaret û Cêşan ên Kobanê 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.
Gundên Sileybî, Şorbenîsk, Qizelê û Seyda yên Girê Spî jî bi obus û hawanan hatin hedefgirtin.
Bejahiya bajarokên Tirwaziye û El Genterî jî 14 caran rastî topbaranê hatin..
- 4’ê Kanûnê-Herêma Firatê
Gundên Zormexar û Ziyaret ên Kobanê 3 caran bi hawanan, carek jî bi obusan hatin topbaran kirin.
Gundên Hoşan, Til Xan û Seyda ên Girê Spî rastî êrişan hatin..
Gundê Siwêdiye yê Eyn Îsa 2 caran bi obusan hat hedefgirtin.
Gundên Ereb Hesen, Korheyuk, El Cat, Qeb El Binya, Hoşeriye, Qûrt Wêran û Kawiklî yên Minbic 14 caran bi hawan û obusan hatin topbaran kirin.
Bejahiyên bajarokê Um El Beramîl ê Tirwaziyê jî rastî êrişên bi obus û doçkayan hat.
- 4’ê Kanûnê-Herêma Efrînê
Gundên Hirbil, Samuqa, Şêx Îsa, Aqibê, Bênê, Meyasê, Malikiye, Şewarxa, Îrşadiyê, Soxanekê û pira Şehba 52 caran bi obus, hawan û tankan hatin hedefgirtin..
- 4’ê Kanûnê-Herêma Cizîrê
Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Til Şenan, Til Cuma, Dirdara, Tewîla û Til Leben ên navçeya Til Temirê 33 caran bi obusan hatin topbaran kirin..
Gundên navçeya Zirgan û navenda wê jî 30 carî bûn armaca êrişan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê hewldan ji milê Depoyên genim ên Um El Kêf êriş bikin, lê şervanên Meclisa Til Temirê hewldana wan têk birin.