Ehmed Pîrê: Wê kes nikaribe me ji fikrê rêbertiya me dûr bixe

Bavê şehîd Dilşêr Ehmed Pîrê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û wiha got:
“Fikrê Rêbertî azad e. Lê dijmin di fikr û felsefeya wî de tunebûn û têkçûna xwe dibînin, lew ra hewl didin wî ji me dûr bixin.”

Ehmed Pîrê dazanîn ku şêniyên herêmê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew li pey Rêbertiya xwe ne, wê kes nikaribe me ji Rêber APO qut bike û ev nirxandin kir:

“Dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were dê tevahî planên faşîstan têk biçin û êdî tu şopa wan namîne.

Em hêza xwe ji Rêbrtiya xwe û fikrê wî yê azad digirin.

Wê nikaribin me ji Rêbertiya me dûr bixin. Ji ber hezkirina me ya ji Rêbertî re em li hemberî dagirkerên Kurdistanê tê dikoşin.

Ditirsin ku parêznameyeke nû bikeve destê gel û gel careke din serî hilde, lewra tecrîda li ser Rêber APO giran dikin.

Lê nizanin ku Rêbertî felsefeyek ji me re hiştiye ku heta sedan salan têra me dike.”

Back to top button