“Em ê xwe bi rêxistinkirinê ve êrişan vala derxînin”

Jinên Heleb û Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kirin û banga xwebirêxistinkirinê li jinan kir.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.

Heyfa got :” têkoşîna me dê heta mîsogerkirina azadiya tevahî jinan dewam bike.”

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sofiya Îsa jî diyar kir ku bersiva herî xurt a li hemberî êrişên dagirkeriyê birêxistinkirina jinan e.

Jina bi navê Nafiya Hisên a ji navçeya Çilaxa bal kişand ser gavavêtinên jinan û wiha got:

“Bi hêz û îsrara xwe emê xeta şehîdên xwe tamam bikin û armancên wan pêk bînin.”

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo diyar kir ku bi saya ramanên Rêber Apo wan xwe naskirine û wiha domand:

“Ramanê Rêber Apo ji tevahî jinan re bûye rêyek. Lew ra dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan rê li ber belavbûna vî ramanî bigire.”

Emra Hemed Hisên jî teqez kir ku ewê layiqê mîrateya şehîdan bin .

Back to top button