Tevgera çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên Şera û Şêrewa û gundên Helebê zêde bûye.
Hemwextî wê jî sewqiyatên leşkerî ên hêzên hikumeta Şamê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Li gor Çavkaniyên leşkerî ên li heremê raghandiye:
“Li gundên navçeyên Şera û Şêrewa tevgera çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” zêde bûye.
Ev yek piştî vekişîna çeteyên “Nûredîn El Zinkî” ji eniyên şer hat.
Çeteyên “Tehrîr El Şam” li gundên Fafirtîn, Kebaşîn û Basûfanê yên navçeya Şêrewa,
Gundê Meryemînê yê navçeya Şera û gundên rojavayê Helebê bi cih bûn e.
Hêzên hikumeta Şamê jî sewqiyatên mezin ber bi bakur û rojavayê Helebê ve dişîne.
Ji nêzî 5 salan ve ev cara yekê ye sewqiyata dişîne.”
Çavkaniyan herî dawî eşkere kir:
“Çete amadekariya destpêkirina êrişekê li dijî derdora bajarê Helebê dikin.”