Di nava 6 mehan dewleta Tirk li Efrînê çikir

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve, pêkanîna sûcan didomîne.
Di 6 mehên pêşîn ên sala 2023’yan de dewleta Tirk 12 welatî kuştin.
173 welatî revandin û 6 avahiyên mêtingeriyê ava kirin.
Di nava 6 mehan de li Efrînê çi bûye û çi qewimi ye em di vê nûçe de bi hevre nas bikin.

5 salin Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye.

Li Efrînê malwêranî çêdibe , mafê mirovan tên binpêkirin.

Sûcên şer li wir êdî rojane bûye.

Bûyerên şermê diqewimin, mînaka wê destdirêjiya li zarokan.

Ya xwiya dike ku Civaka Navdewletî ker û lal e.

Em ê jî niha amara sûcên dewleta Tirk di 6 mehên pêşîn de jî were parve bikin.

Amar li gor agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ye.

Li gor Rêxistinê di 6 mehên dawîn de 12 welatî hatin kuştin.

173 kes bi bihaneyên nerast û bi armanca girtina fîdyayan , hatin revandin.

Ji bilî vê.

Dewleta Tirk ji bo ku mêtingehan ava bike, bi zanabûn daran dibire û dike êzing.

15 hezar û 500 darên bermehdar qut kirine.Zêdetirî hezar darên din birîne.

Pêtirî 70 hiktar zeviyên genim û ceh şewitandine.

Heman rêxistinê raghand:

Dewleta Tirk amadekariya avakirina 6 mêtingehan dike.

Mêtingeha “Ecnadîn Filistîn”

Mêtingeha “El Keramê” ya qeterî.

Mêtingeha “Gundê Qeterî 2”.

Ev mîtîngeh li Cindrês û gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa vekirin.

Çeteyan mêtingehek li navçeya Mabatayê jî ava kir.

Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk mêtingehek li çiyayê Lêlûn jî ava kir.

Sûcekî din li sûcên van çeteyan zêde bû ew jî destdirêjiya li zarokan e.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê di nava maha Gulan û Tîrmehê de destdirêjî li 3 zarokan kirin.

Yek 10 û yek 13 salî û ya din 14 salî bû.

Back to top button