Rêveberiya Xweser 2 zarok radestî hikumeta Finlandayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarokên DAIŞ’î radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî, kirin.

Her du zarokên ku hatine radestkirin temenê wan jêrî 7 saliyê ne û bavê wan di nava çeteyên DAIŞ’ê de hatine kuştin.

Rêveberiya xweser her du zarok radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kir.

Radestkirin li Daîreya Têkililyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo pêk hat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer jî di nav de endamên têkiliyên giştî û yên Desteya Jinê di dema radestkirinê de amade bûn.

Ebdulkerîm Umer û Jussi Tanner belgeya radestkirin û wergirtina herdu zarokan îmze kirin.

Ebdulkerîm Umer bi navê Rêveberiya Xweser plaketek ku wêneyê Arîn Mîrkan li ser neqişandî pêşkêşî hikûmeta Fînlandayayê kir.

Wezîrê Filandî jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û got:

“Ez dixwazim balê bikşînim ser keda mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk ku tevahî mirovî parast.0

Ev hêz ya cihê rêzdariyê ye.

Leave a Reply

Back to top button