
Komîteya Hundirîn a girêdayî Meclisa Reqayê, li bajêr yekemîn dibistana fêrkirina ajotina wesaîtên taybet, giştî, kar û çandiniyê vekir.
Ev pêngav bi armanca pêşxistina zanebûnê li gel ajokaran, pêkanîna pîvanên trafîkê, naskirina parçeyên wesaîtan pêk hat.
Dibistan bi beşdariya girseyeke qelabalix a şêniyên Reqayê, şêx û rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl û leşkerî hat vekirin.
Hevserokê Komîteya Hundirîn a Reqayê Hesen Mistefa di vekirina dibistanê de axivî û got, ev pêngav wê aştiya trafîk, rêxistina wesaît û ajokaran pêş bixe.
Li dibistanê wê ajotina wesaîtan were fêrkirin û paşê bawernameyên beşên taybet û giştî were dayîn.
Dibistan wê mehê carekê bi beşdariya 150 kesan dewreya perwerdeyê vebike û kesên astengdar jî bi awayekî taybet werin perwerdekirin.