Beşdar Hesen: Li behdînanê zêdetirî 150 girtiyên siyasî hene

Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen diyar kir ku PDK’ê ambargoyek siyasî ya tûnd daniye ser welatiyên li navçeya Behdînan ya Dihokê û zêdetirî 150 kes bi hîncetên siyasî girtine.

Doza girtiyên Behdînanê li başûrê kurdistanê didome..

Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen eşkere kir ku ji derveyî girtiyên Behdînan zêdetirî 150 girtiyên siyasî hene û got: “Hinek welatî hene, tenê ji ber ku neft firotiye gerîla hatiye girtin û 6 sal ceza lê hatiye birîn.

Li Hacî Omeran xwediyê marketekê, tenê ji ber ku gerîla tişt jê kirîne, PDK’ê 6 sal cezayê girtîgehê lê biriye.

Yan sûc jêre çêkirine yan jî di bin êşkenceyê de neçar kirine ku karê ku nekirîne itiraf bikin.”

Li gorî agahiyên ku welatiyên herêmê dane, heta destûr nadin mal ji tûpekî zêdetir ji bo xwe tijî bikin.

Dîsan eger kesek welatiyek çend torbe ard bikire, tê lêpirsînkirin.

Hinek gund ji bo pêwîstiyên xwe tên bajêr, lê asayîş lêpirîsin dikin û rê nadin ku mîktarek zêdet pêywîstiyan ji xwe re tiştan bikirin.”

Beşdar Hasan: Asayîşa Hewlêrê giliyê 5 girtiyên berê yên Behdînan kir

“Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi sûcdariya ku li dadgehê navê asayîşê reş kirine, giliyê 5 girtiyên berê yê Behdînan kir.

Ev her pênc kesên ji Şêladizê piştî ku cezayê wan xelas bû hatibûn berdan, lê PDK’ê bi riya asayîş û saziyên hikûmetê ji bo wan pirsgirêkan çêdike.”

Back to top button