Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi îdia ku li dadgehê navê asayîşê reş kirine, giliyê 5 girtiyên berê yê Behdînan kir.
Parêzerê Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen ragihand ku asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi sûcdariya ku li dadgehê navê asayîşê reş kirine, giliyê 5 girtiyên berê yê Behdînan kir.
Parêzerê Beşdar Hesen destnîşan kir ku wan her pênc kesan li dadgehê ti îftira nekirine û tenê parastina xwe kirine.
Ev her pênc kesên ji Şêladizê piştî ku cezayê wan xelas bû hatibûn berdan, lê PDK’ê bi riya asayîş û saziyên hikûmetê ji bo wan pirsgirêkan çêdike.