Komeleya Keziyên Kesk di komxebatekê de projeya xwe ya firehkirina qada keskayî bi 60 nûnerên şaredariyên kantona Qamişloyê re nirxand kir.
Komxebat li navenda HRRK’ê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di Îlona par de, Komeleya Keziyên Kesek bi hevkariya şaredariyên gundewarên herêma Cizîrê projoyek da destpêkirin.
Armanca vê projeyê ew e ku, bi rêya nivîsgehên jîngehê yê şaredariyan, dar li herêma Cizîrê werin çandin û şitilgeh werin avakirin.
Di komxebatê de rêveberê komeleyê Zîwer Şêxo axivî û got: “Projeyê di werza xwe ya yekemîn de hin gavên girîng avêtin.”
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer jî axivî û got:
“Parastina jîngehê û firehkirina qada keskahî ne mîsyona şaredariyan tenê ye, lê belê erka her kesî ye.”