Dr. Ebdulkerîm Siko di salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Bi merasîmên cûda Dr. Ebdulkerîm Siko û hunermend Seîd Yûsif di salvegera wefata xwe de hatin bibîranîn.

​​​​​​Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî bi boneya salvegera yekemîn a koça dawîn a sekretêrê partiyê Dr. Ebdulkerîm Siko merasîmê bîranînê li hola Komeleya Jiyan a navçeya Tirbespiyê lidar xist.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û gotin: “Ruxmî zehmetiyên kar, têkoşîna Ebdulkerîm ji gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê re bû dîrok û mîrateyek.”

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana Ebdulkerîm Siko hat pêşandan.

Nameyên sersaxiyê yên ji aliyê partiyên siyasî û kesayetan ve hatin şandin hatin xwendin.

Hunermend Seîd yûsif li Qamişlo hat bibîranîn

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif jî di salvegera 3ʹyemîn a wefata xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

Her wiha di merasîmê kesên axivîn gotin: “Wefata kesên mîna Seîd Yûsif ji bo Kurdan windahiyeke mezin e.

Ji ber ku van kesan jiyaneke nû ji bo gelê xwe ava kirine.”

Di merasîmê de sinevîzyonek li ser rêwîtiya hunermend Seîd Yûsif hat pêşandan.

Back to top button