Rêveberiya Xweser êrişa li ser peykerê qurbaniyên Komkujiya Sêfo şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis xirabkirina peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo yê li bajarê Qamişloyê şermezar kir.

Telet Yûnis têkilarî êrişa li ser peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo ya li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê ji malpera Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê re axivî.

Telet Yûnis xirabkirina peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo şermezar kir û wekî êrişekê li dijî ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de bi nav kir.

Yûnis anî ziman ku ev êriş wan ji domandina parastina destkeftiyan û projeya rêveberiya xweseriya demokratîk dûr naxe.

Telet Yûnis got, der barê vî kiryarê texrîbî de wê lêpirsîn were vekirin û werin muhasebekirin.

Back to top button