Yemen…12 çekdarên Hûsiyan li başûrê welat hatin kuştin

Li başûrê Yemenê di encama şerê di navbera artêşa niştimanî û Hûsiyan de, 12 çekdarên Hûsî hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya artêşa Yemenê ragihand, duh hêzên artêşa niştimanî ya welêt, êrîşek bir ser deverên Hûsiyan.

Di encamê de, herî kêm 12 çekdarên Hûsî hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Her wiha hejmareke alav û maşîneyên leşkerî jî hat wêrankirin.

Navendê diyar kir ku êrîşên Hûsiyan bi armanca binxistina tevgera NY ya ji bo pêkanîna agirbestê, tên kirin.

Back to top button