Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa û Til Temir topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî îro careke din gûndewarê Eyn Îsa topbaran kir.
Seyda, kampa kevin, gûnde Xalidiyê girêdayî Eyn Isa bi çekên giran erîş dike.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî vê sibê careke din gûnde Seyda, kampa kevin, gûnde Xalidiyê girêdayî Eyn Isa bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa dagirker doh êvarê jî gundên Um El Kêf û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kir.

Ev topbarana artêşa dagirker rojane bûye taybet jî di meke ku şêniyên herêmê bi rewşa mirovî ya erdhejê re mijûlin ev êriş zêde bûye.

Artêşa dagirer beriya du rojan li helebê wesayîta welatiyek, di 22’ê Sibatê jî li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê wesayitek welatiyan kir armanc.

Di encama van êrişan de 2 walatî şehîd bûn yek jî birîndar bû…

Back to top button