Hikûmeta Şamê dest datîne li ser nîvê alîkariyan

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên diyar kir ku hikumeta Şamê dorpêça li ser her du kantonan girantir dike û piraniya alîkariyan desteser dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê karwanên alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê ber bi deriyê El Tayiha yê Minbicê ve şandin.

Lê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nehişt ev alîkarî derbas bibin.

Melek El Hisên diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî kantonê bibin û got :

“Me gelek konên ku di depoyên me de hebûn li wan belav kirin.

Lê hejmar kêm bû. Me xweset bi vî awayî barê wan sivik bikin.”

Melek El Hisên da zanîn ku Şaredariya Gel madeyên avakirinê li mexdûrên erdhejê belav dike.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriya herêmê bikin

Û bang li hikumeta Şamê kir ku derbaskirina karwanên alîkariyan hêsantir bike.

Back to top button