“Li dijî dagirkeriyê ji bilî berxwedaniyê ti çare nîne”

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi pêwîstiya yekitiyê kirin û gotin:
“Îro kurê min hedef girt sibe wê kurê te be, ji bilî berxwedanê tu çare nîne. Dijmin nahêle em di nav ewlehiyê de bin.”

Welatiyê bi navê El Mela têkildarî êrişên dagirkeriya tirkde wiha axivî: “Ji bo têkbirina planên li dijî vîna gelên azadîxwaz, pêwîstiya gel bi hevgirtinê heye, ji bo ku li hember dewleta Tirk bibin kelem.”

Welatiyê bi navê Mehmûd El Seyid ê ji navçeya Til Hemîsê jî got:

“Tirkiye cesaret ji bêdengiya hêzên mezin û meclisa mafên mirovan digire.

El Seyid bang li şêniyên herêmê kir ku li hember planên dijmin ên li dijî vîna wan bibin yek.”

Di heman çarçoveyê de, welatiyê bi navê Ebdurehîm Fatimê yê ji navçeya Til Birak jî got:

“Dewleta Tirk a dagirker hîn hovîtiya xwe li ber çavê cîhanê didomîne û her kes bêdeng e.

Madem dijmin, êriş malên sivîlan dike, wê demê ji bilî berxwedanê tu çare nîn e.

Koletî ne pêkan e. Piştî ewqas fedakarî û xwînrijandin, em wê qet qebûl nakin.

Ji bilî berxwedana di hemû qadên jiyanê de tu çare nîne, dijmin em di nav ewlehiyê de bin.”

Back to top button