KON-MED’ê ji bo çalakiyên 2’ê Îlonê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir.
KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de bibîrxist ku tecrîda mutlaq û agahî negirtina ji Rêber APO fikarê gelê kurd li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo kûrtir kiriye.
Kon-Medê di daxuyaniya xwe de ev tîş tanî ziman:
”Bi milyonan Kurdistanî pêkanînên dijmirovahî ya li dijî Rêber Apo weke êrîşa li dijî vîna xwe dibîne.
Rêber Apo ne kesek e ji rêzê ye.
Hemû jiyana xwe daye azadiya gelê Kurd û xwediyê felsefeya ronakbîrî û azadiyê ya serdema me ye.”
Her wiha Kon-Medê di daxuyaniya xwe de diyarkir divê di zûtirîn dem de destûr bê dayîn ku hevdîtin bi Rêber APO re were kirin .
Di dawiya daxiyaniyê de wiha hate gotin:
”Em weke KON-MED’ê bang li gelê Kurdistanê, dostên xwe, beşên çep sosyalîst dikin ku di 2’ê Îlonê de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.”
Çalakî wê li bajarên Dusseldorf, Berlîn, Hambûrg, Hannover û Strasbourgê bên li darxistin.