Li dijî çeteyên DAIŞ’ê 8 operasyon pêk hatin

Beşa lêkolîn û Şopandinê ya Ronahî TV di nava xebatên xwe de bîlançoya operasyonên li dijî DAIŞ’ê kom kirin.
Tenê di nava du mehan de 8 operayon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hatin.
Tê de 12 çete hatin girtin û 4 jî hatin kuştin.
Yên ev operayon pêk anîn hêzên QSD’ê, YAT û CTG Bûn.

Ev demeke li heremê liv û tevgera şaneyê DAIŞ’ê zêdebûye.

QSD’ê bi operasyonên taybet gelek êrişên terorîstî yên muhtemel pûçkirin û planên terorane yên çeteyan têkbirin.

Operasyonên terorîstî di kêliyên dawîn de hatin deşîfrekirin, gelek şaneyên wan hatin tesbîtkirin.

Bi hişyariyê rê li ber gelek texrîbatên şaneyên DAIŞ’ê hat girtin.

Beşa lêkolîn û Şopandinê ya Ronahî Tv dikarîbû bîlançoya operasyonên li dijî DAIŞ’ê di nava du mehan kom bike .

Li gorî agahiyên ku hatine komkirin li gelek deverên herêmê çalakî li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hatin .

Hêzên QSD’ê , Komandos , YAT û CTG cihê xwe di nava çalakiyan de girtine .

Di encamê de 12 çete yên DAIŞ’ê hatin girtin û 4 jî hatin kuştin

Di nava 2 mehan de 8 operasyonên ewlehiyê li dijî cih û nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê ya terorîst pêk hatine .

Di encamê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, li kêlek wê jî 4 serçete hatin kuştin.

Operasyon li Dêra Zor, Reqa û Heqil El-Umer hatin lidarxistin

Di nava van Operasyona de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ibrahîm El- Elî bi nasnav Ebî El-Mucahid li herêma rojhilatê Reqa hat kuştin.

Gelek çek, alavên leşkerî û amûrên peywendiyan ku di destê terorîstan de bûn jî hatin desteser kirin.

Ev operasyon li Dêrazorê, Reqa û Heqil El Umer pêk hati.

Wan çeteyan plan dikir êrişên terorîst li gelek herêman pêk bînin. Lê pilanên wan têk çûn û negiyan serî.

QSD’ê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ da destpêkirin

Duh jî ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî.

QSDê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.

Navenda opersyonê li Dêrazorêye lê bajarên Şedadê, Reqa û Hesekê jî digre nav xwe.

Armanca Operasyonê jî berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye.

Back to top button