Asayîşê li Hesekê, Şedadê û Holê qedexe ragihand

Hêzên Asayîşê ji bo piştgiriya Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê”, li Hesekê, Hol û Şedadê qedexe ragihand.

QSD’ê duh Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li eniya rojhilatê çemê Firatê bi taybet li Dêrazorê da destpêkirin.

Bi armanca ewlekariyê û piştgiriya operasyonê, Asayîşê qedexe li bajarê Hesekê û navçeyên Şedadê û Holê ragihand.

Li gorî ANHA’yê qedexe wê heta bidawîbûna operasyonê bi dawî bibe.

”Agahiyên reva DAIŞ’ê derew in”

Back to top button