Li Çilaxa firneyek tê avakirin

Gerînendeya Giştî ya Firneyan a Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê di Tîrmeha borî de xebatên avakirina firinekê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê da destpêkirin.

Avakirina firneyê piştî giliyên şêniyên navçeyê yên ji ber kêmbûna nanê pêk hat.

Hevseroka Gerînendeya Firneyan a Kantona Qamişloyê Suheyla Şemo diyar kir ku firneyên li navçeyê têra pêwîstiyên welatiyan nakin, ji ber vê yekê dê firneyeke nû were avakirin.

Suheyla Şemo anî ziman ku piştî bidawîbûna lêkolînên pîşeyî, hiqûqî û diravî wan xebatên avakirina firneyê dane destpêkirin.

Li gorî bepirsên li ser avakirina firneyê disekinin, firne dê di nava 3 mehan de bi dawî bibe û bikeve xizmetê.

Şêniyê bi navê Hisên Şêx diyar kir ku miqadara nan têra malbata wî nake û got avakirina firneyê gaveke gelekî baş e.

Şêniya bi navê Meryem Xidir jî got:

“Em ê ji pirsgirêka sekna ji bo wergirtina nanê xelas bibin.”

Back to top button