“Heta niha 318 çeteyên dewleta Tirk li Azerbeycanê ne”

Şerê li Qerebaxê her ku diçe gurtir dibe. Tirkiye veguhastina çeteyan ji Sûriyê ber bi Azerbeycanê ve dewam dike û piştgiriyê dide Azerbeycanê. Rûsya û Fransa vê yekê napejirînin û banga rawestandina veguhastina van çeteyan dikin. Der barê vê mijarê de rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulreham ji televîzyona me re diyar kir ku dewleta Tirk qefla duyemîn a çeteyan şand Azerbeycanê.

Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku çeteyên ji Sûrî û Lîbyayê li devera şer a Qerebaxê tên bicihkirin, da ku tev li şer bibin.

Li ser vê yekê, Rûsya bê ku tiliyên tawanê nîşanî ti aliyî bide, banga rêgirtina li pêşiya veguhastina van çeteyan kir.

Ermenistanê berî niha Tirkiyê bi leşkerkirina çete û veguhastian wan ji bo şerê Qerebaxê tawanbar kiribû, Azerbeycanê jî ev yek red kiribû.

Lê ev yek ji aliyê çavkaniyekî Opozisyona Sûriyê ku ji Rutersê re axivîbû hat piştraskirin.

Hemwextî gurbûna şerê li Qerebaxê, dewleta Tirk û hikûmeta Fransî tawanan davêjin ber hev.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawuşoglu da zanîn ku ew ê ji bo şerê Qerebaxê tiştê pêwîst bikin û piştgiriya Fransa ya ji Ermenistanê re, dagirkirina Azerbeycanê nîşan dide.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jî ji aliyê xwe ve got:

“Em ji ber nameyên Tirkiyê yên gurkirina şerê li Qerebaxê bisaw in, lê belê em vê yekê yekser napejirînin.”

Der barê vê mijarê de, Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman tevlî bernameya Me el-Hedes a TV me Ronahî bû.

Ebdulrehman têkildarî veguhastina Tirkiye ya çeteyên ji Sûriyê wiha got:

Heta niha dewleta Tirk 318 çeteyên Sûrî şandine çûne Azerbeycanê.

Praniya van çeteyan Tirkmen in.

Dewleta Tirk ew li ser bingeha neteweyî şandin Azerbeycanê.

Agahiyên tekezkirî li ser kuştina 3 çeteyan hene ku li herêma şer a Qerebaxê hatine kuştin.

Destpêkê ew ne ji bo şer hatibûn veguhastin, lê piştre ji nişka ve tev li şer bûn û bûn beşekî şer.

Back to top button