Li Şengalê Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin

Dibin sêwana Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de ‘Însiyatîfa Ciwanên Ereb’ hate avakirin.
Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb (Şengal) di konferansa 3’yemîn a ciwanan de li pêş pêkhateya konferansê sondxwarin û starta dest bikarkirinê dan.

Di 12’ê Çileyê de li komelgeha Dîgûrê ya bi ser Şengalê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya sedan delege û mêhvanî konferansa xwe ya 3’emîn lidarxist.

Konferans di atmosfereke bicoş de derbas bû.

Ciwanên Ereb yên Şengalê û li parêzgeha Mûsilê dijîn û komek ciwanên Tirkmen jî ji bo konferansê hatibûn vexwendin.

Xebatên ciwanên Ereb demeke dirêje bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê tê meşandin.

Lê ji ber berfirehbûna xebatê û xweseriya ziman û herêmê di konferansa 3’emîn de Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate ragihandin.

Ragihandina însiyatîfê bi coş hate pêşwazîkirin.

Li gorî biryarên di konferansê de hatiye girtin, wê xebatên perwerdehiyê li nava herêmên pêkahteya Ereb yên li Şengalê dijîn were xurtkirin.

Biryarek din a konferansê jî rêxistinkirina xebatên ciwanên Ereb li zanîngehên Mûsilê û berbi herêmên din yên Ereb ve ye.

Li gorî biryarê wê xebatên ciwanan di zanîngehên Iraqê de jî pêşbikeve.

Û ciwanên ereb ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan bixebitin.

Her wiha meclîs û komînên ciwanan li hemû herêmên ku hene ava bikin û komîteyên pêwîst werin avakirin.

“Em ê xwebatê xwe mezintir û berfirehtir bikin”

Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Rakan El-Mûla dibêje, ewê xebatên xwe yên ciwanan berfireh bikin û got:

“Ciwanên Êzidî û Ereb bihevre konferansê lidarxistin.

Armanca me ya tevlîbûna konferansê pêşvebirina xebatêye.

Ez bang li ciwanan dikim tevlî vê xebatê bibin.

Di navbera me de ti ferqeke mezhebî û olî nîne.

Em her Rêber Apo dixwînin, zêdetir naskirina me ji wî re çêdibe.

Xebatên me niha ne zêdeye, lê em armanc dikin xebatên xwe meztintir û berfirehtir bikin.”

3. Konferansa Ciwanên Êzdî hat li darxistin

Back to top button