Li Waşîngtonê Cihû li dijî şerê li Xeza hatin binçavkirin

Li paytexta DYA Waşîngtonê bi sedan Cihûyan bo rawestandina şerê Îsraîl û Filistnê çalakî pêk anîn.
Cihûyên li Kongresê daxwaza rawestandina şer kirîn hatin binçavkirin.

Bi sedan aştîxwazên cihû yên li paytext Waşingtonê bang li rêveberiya Joe Biden û Kongreya Amerîkayê kirin ku bo agirbestê zextê bikin.

Nêzîkî 200 xwepêşandêrên ku piranîya wan ji koma Dengê Cihûyan ji bo Aştiyê ye, li avaniya Meclisa Nûneran çalakî pêk anîn.

Xwepêşandêran bê navbere sloganên “Cîhan temaşe dike” gotin.

Xwepêşanderên bi tîşortên reş ên bi slogana “Cihû êdî agirbestê dixwazin” bi çepik û stranan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Di meşê de pankartên “Agirbest” û “Bijî Xeze” hatin hildan.

Polîsê li meclisê xwepêşanderên ku red kirin ku fermanên efseran ji bo belavbûnê pêk bînin binçav kirin.

Polîsên Meclisê bi daxuyaniyekê gotin:

“Me hişyarî da xwepêşanderan ku çalakiya xwe rawestînin û dest bi girtina kesên ku vê hişyariyê pêk neanîn kir.”

Endamên Rêxistina Dengê Aştiyê ya Cihûyan saziya cihû ya dij siyonîsta ye.

Misir dergehê sînorê Refahê bo alîkariyê vedike

Back to top button