QSD’ê li Hecînê şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ’ê girt.

Navenda Koorînekirin û Çalakiyên Leşkerî ya QSD’ê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev agahi parvekir:

“QSD’ê bi desteka asîmanî ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek DAIŞ’ê ku ji 3 kesan pêk dihat girt û çekên wan desteser kirin.”

Back to top button